16 July 2026 - 15:22
Source: kmr.abna24.com
Ragihandina qanûnên nû yên rêwîtiya Erbeînê ji bo welatiyên biyanî / "Belgeya Xizmetkar (Senedê Xadim)" bû mecbûrî.

Sitada Erbeînê ragihand ku welatiyên biyanî û penaberên ku li Îranê dijîn, ji bo çûna ser ziyareta Erbeînê, ji bilî tomarkirin û kirîna sîgorteyê di pergala Samah de, divê "Senedê Xadim" jî bistînin. Bêyî vê belgeyê, destûra derbasbûna wan ji sînorên welat nayê dayîn. Herwiha hat ragihandin ku derxistina vê belgeyê li parêzgehên sînorî hatiye qedexekirin, û sînorê Mehran tenê ji bo zîyaretvanên Îranî hatiye tayînkirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a navneteweyî ya Ehlêbeytê (s.x) – ABNA– Sitada Erbeînê, bi ragihandina rêziknameyên nû yên rêwîtiya Erbeînê ji bo welatiyên biyanî û penaberan, bal kişand ser vê yekê ku çûna sînoran bêyî belgeyên pêwîst qedexe ye.

Sitada Erbeînê ragihand: «Welatiyên biyanî û penaberên ku bi awayê yasayî li Îranê dijîn, ji bo çûna ser ziyareta Erbeînê, ji bilî tomarkirin û kirîna sîgorteyê di pergala Samah de, divê Senedê Xadim jî bistînin.» Li gorî vê ragihandinê, ger ev belge tune be, ev kes nikarin ji sînorên welat derkevin.

Sala borî jî ji bo rêvebirina tevgera zîyaretvanên Erbeînê hin sînorkirin li ser welatiyên biyanî hatibûn danîn. Lê îsal, ji bilî mecbûrbûna tomarkirinê di pergala Samah de, wergirtina Senedê Xadim wekî destûra sereke ya rêwîtiyê bi taybetî hate xwestin. Herwiha, derxistina vê belgeyê li parêzgehên sînorî hate qedexekirin da ku pêvajoya şandina zîyaretvanan bi rêkûpêk were meşandin.

Li gorî vê raporê, welatiyên biyanî û penaberên ku bi awayê yasayî li Îranê dijîn divê berî rêwîtiyê Senedê Xadim ê sala niha ji nivîsgehên Kefalet li parêzgeha ku lê dijîn bistînin û bêyî vê belgeyê neçin sînoran.

Sitada Erbeînê herwiha rêyên derbasbûnê ji bo welatiyên biyanî bi vî awayî diyarkir:

  • Welatiyên biyanî yên ku li Îranê dijîn, ji sînorê Şelemçe derbas bibin.
  • Welatiyên Afganistanê, Pakistanê û welatên Nîvgirava Hindê (Şibh-Qarreyê Hindê) yên ne-muqîm, ji sînorê Çezabe derbas bibin.
  • Welatiyên welatên Qafqaz, Asyaya Navîn û Tirkiyeyê, ji sînorên Xusrevî, Başmax û Temerçîn derbas bibin.

Di dawiyê de hate ragihandin ku sînorê Mehran tenê ji bo zîyaretvanên Îranî ye, û welatiyên biyanî mafê derbasbûna ji vî sînorî nînin.

……………

Dawiya peyamê

Etîket:

  • Îran
  • Afxanistan
  • Erbeîn
  • Nîvgirava Hindê
  • Sitada Erbeînê
  • Nûçeyên têkildar

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha